the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Demhat Botan

Newroz

Bihar e adar e şîrîn e Newroz e Ji bo gelê Kurdistan rojeke pîroz e Agirê bedena Kawayê Medyayî Geş bûye li ser bedena Mazlumê çeleng e Xwe nû kir rengê Zekîye Newroz ji bo me pîroz e Bihar e adar e şîrîn e Newroz e Ji bo gelê Kurdistan rojeke pîroz e Newroz cejna serhildana gelan e Çalakiya Ronahî û Bêrîvan e Cejna Nûdem û Nûjîn e Newroz ji bo me hebûn e(vejîn e) Bihar e adar e şîrîn e Newroz e Ji bo gelê Kurdistan rojeke pîroz e Newroz mizgîniya meha adarê Xweza xwe nû dike, bi gulên biharê Xwîna şehîdan dixemlîne, her çar aliyê Kurdistanê Xwîna şehidan dixemlîne, pêta agirê Rehşanê

Bêjebêje © 2015-2024