the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Birîndarim

Li dinyayê heta ez hebim sonda minê bi navê te bê Gula reng da bihar wa hat daxazîyam dîtina te yê Navê teye tê gotinê xweş awazî bi dengê teyê Mal û milkê min çi heye canê min bi qurbana teyê Mal û milkê min çi heye canê min bi qurbana teyê Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê Evîna min xaka mine ji boy Te dibêjim bi roj û şevê Xelk û alem çû asiman bese rabin ûn ji xewê Bila bimre bila biçe ew kesê navê te nebê Her dem ez karkerê te me tu ji dilê min dernakevî Her dem ez karkerê te me tu ji dilê min dernakevî Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê Dest bidin hev bigirin dîlan ji bo welat un xweş bibêjin Mirin xweşe ji vê jîna we un deynakin çi nabêjin Ser û piştê lê bişkênin çavê dijmin un birêjin Van neyarên bav û kalan bigirin ji welat bavêjin Van neyarên bav û kalan bigirin ji welat bavêjin Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê

Bêjebêje © 2015-2024