the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Ehmedo Ronî

Ehmedo Ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î Kuro Keder tu ne mîr î e hekîm î Li bala dilê min evdala Xwedê de Tavî kî ji tavî ya biharê Meha Gulan û Nîsan û Adar e Li ser sing û berê min evdala Xwedê de Ne dixûricî ne dibarî Ehmedo lo lo Ehmedo Ronî heyran navê min Besna ye Kuro Keder navê min Besna ye Li tilî û pêçî minê ar morî wek şemaye De sing û berê min evdala Xwedê Ji te re mîna kûşk û seray werçî ma ye De berê kerîyê pezê xwe ser de gêr ke Min ê bi hemdê xwe ji te re destûr da ye Ehmedo lo lo Ehmedo Ronî heyran bira dê û bavê min Xêrê bikin De bira Dê u bavê min xêrê bikin waêê qet nebînin DeWezê çewa neda me Ehmedê kur û barî Ma di gûnd de min dil tê da Wezê da me gedê kurapê min ê Heramî mêra xudanê heft jina heftê salî Wezê bala xwe dididimê heba ferê Dirana tune di devda Ehmedo lo

Bêjebêje © 2015-2024