the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Hey Dîlberê

Hey dîlberê. Heyran ezê diçume dawetê govend bu di gerîya Kurban ezê diçume dawetê govend bu digerîya De minê li wêderê dîlberek dîbu Li perê govendê ji xwere dimeşîya..Dîlberê Wele gava min wê dî çokê min rihilîn qamê min şikestin Kurban gava min wê dî çokê min rihilîn qamê min şikestin De minê jêre dixwest tiştekî bêjim Minê kir û nekir devê min negerîya..Dîlberê Hey dîlberê Heyran ezê nizanim eslê Te çîye. Kurban ezê nizanim eslê Te çîye. De minê li eslê Te di pirsî di gotin ye Êzdîye..dîlberê Wele gava ez bi eslê Te hisîyam Kurban gava ez bi eslê Te hisîyam De ezê hewkas li der û Dinyê gerîyam. Hê vêgavê dilê min hate cîye.Dîlberê Hey dîlberê Heyran ezê nizanim navê Te çîye Kurban ezê nizanim navê Te çîye De minê li navê Te di pirsî digotin ye xwestîye..Dîlberê Wele gava ez bi xwestina Te hisîyam. Kurban gava ez bi xwestina Te hisîyam. De ezê weke Berfa li serê Çîyan Hêdî hêdî ji xwere mihiîyam.Dîlberê

Bêjebêje © 2015-2024