the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Keçikê Çima

Keçikê çima Tu wisa dernayî ji bîra min Gava ez Te dibînim nur namîne di Çavê min Heqê Te li min çîye ev êş xiste dilê min Bi wê beşera xweye xweş Agir berda canê min Bi wan xeberê xweyî xweûş Agir berda canê min Çi ecêb û sosrete Te anî serê min Welleh Te bi wan awira birîndarkir dilê min Eşka min pingar daye weke Çemê Qubînê Eşka min pingar daye weke Çemê Farqînê Ji Te pêştir nikare vê pingarê bi çikîne Bes van nazîya bike xwe li min giran neke Vê Eşqê xira neke malka me wêran neke Ji xebera kesî neke serê xwe di bela neke Ji xebera kesî neke serê xwe di bela neke Were em bi gihîjne hev Derman bikin birînê xwe

Bêjebêje © 2015-2024