the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Kula Şehîdan

Ey wax li min wax van Şehîdan wax Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax Ey wax li min wax van Şehîdan wax Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax Ey wax li min eyx wax limin lê lê Dayê Çi zemanek xirab hat ser vê dinyayê Soz û qerarê felekê li pey me nayê Kula şehîdan ji dilê me dernayê Ey wax li min eyx wax limin lê lê Dayê Çi zemanek xirab hat ser vê dinyayê Soz û qerarê felekê li pey me nayê Kula şehîdan ji dilê me dernayê Rabe lao şerê giran tu bivîne Mawîzerya bavê xwe ji xurçê derîne Dilê Dayîka Te kurê min kur birîne Rabe lao heyfa Bavo Tu hilîne Rabe lao şerê giran tu bivîne Mawîzerya bavê xwe ji xurçê derîne Dilê Dayîka Te kurê min kur birîne Rabe lao heyfa Kalo Tu hilîne Rabe lao rabe rabe şere şere Roma reş xayîn kafirê bi gef û gure Şer qewimye rabe lao feyde nake Rab pişta xwe girêde bi rext û fişeke Rabe lao rabe rabe şere şere Roma reş xayîn kafirê bi gef û gure Şer qewimye rabe lao feyde nake Rab pişta xwe girêde bi rext û fişeke Ey wax li min wax van Şehîdan wax Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax Ey wax li min wax van Şehîdan wax Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax

Bêjebêje © 2015-2024