the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Naz Gûl

By: Ciwan

Kanîya gundê me li qerêçe Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Şênîya gundê me li qerêçe Şing şing şinga nexş û benda Kesê yara wî kurmance Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Kesê dosta wî kurmance Şing şing şinga nexş û benda Çend sal bi emrê xwe î xilaze Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Çend sal bi emrê xwe î xilaze Şing şing şinga nexş û benda Kanîya gundê me bi luleye Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Şênîya gundê me bi luleye Şing şing şinga nexş û benda Kesê Yara wî xwendeye Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Kesê çêya wî xwendeye Şing şing şinga nexş û benda Çend sal bi emrê xwe î zêdeye Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Çend sal ji emrê wî zêdeye Şing şing şinga nexş û benda Kanîya gundê me sipîye Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Şênîya gundê me sipîye Şing şing şinga nexş û benda Kesê Yara wî Êzdî ye Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Kesê çêya wî Êzdî ye Şing şing şinga nexş û benda Çend sal ji felekê dizîye Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer Çend sal ji felekê dizîye Şing şing şinga nexş û benda

0

Bêjebêje © 2015-2025