the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Salê

Salê.Salê..Salê Hey bi derdê bi kulê bi xemê bi jarê bi ax u lalê Ji xelkê re bihareke bi sor gul û bi rengîne ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê Kul û derdê hezar sala di dilê min evdalê xwedê de şax vedane Ji tere salê Bêje salê bi Xwedê Ez ne pîr bum. Evan salê xerîbîya xopan bira Ez pîr kirim. Bêje salê.Ezê naçime dêrika hemgo cizîra botan zaxoka rengîn ji xema dilê min û tere li qontarê çîyan. Kulê ti bi kul bî bi kevî mala kevne perestan û xwîn xwerê van romîyan Destê min qut kirin ji dost û hevalan ji koma xweyî û xwidanan ji xweyîyan Ez ketime der û kolanê xelkê mîna perîşanan xwedê zanî exsîyan û benîyan Ez bume benîştê ser zimanan Gurê çol û çîyan bi halê min kenîyan Temîna min li keç û xortê Kurdîstanê re axa Welatê xwe bixun Û sed carî bi xwedê bi min çêtire ji Zêr û zegerên welatê xerîbîyan Bêje salê.. hey çiftê oxirsizê bê îxbalê Ji xelkêre bihareke bi sor gul û bi rengîne Ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê Kul û derdê hezar salan di dilê min evdalê xwedêde şax vedane ji tere salê Bêje salê.. bi xwedê Ez ne pîr bum Evan salên xerîbîya xopan bira bi xwedê ez pîrkirim Bêje salê.Ez ketim ji kerbê xerîbîya xopan bira bi xwedê wexte Ez bimirim Li der û kolanê Almanya bê dost û heval û bi hogirim Ez nizanim careke dinê vegerim nava Dost û Hevalan Nizanim li der û kolanê xelkê emê bimirin Temîna min li keç û xortê Kurdîstanê re axa Welatê xwe bixun Û sed carî bi xwedê bi min çêtire ji Zêr û zegerên welatê xerîbîyan Bêje salê.. hey çiftê oxirsizê bê îxbalê Ji xelkêre bihareke bi sor gul û bi rengîne Ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê Kul û derdê hezar salan di dilê min evdalê xwedêde şax vedane ji tere salê Bêje salê.. bi xwedê Ez ne pîr bum Evan salên xerîbîya xopan bira bi xwedê ez pîrkirim

Bêjebêje © 2015-2024