the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Ser Sale

Dinya di rojekê de li dora xwe digere Di nav salekê de li dor rojê digere Di nav salekê de li dor rojê digere Ser sale ser sale milet tev hevale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Îro dema meye dema me Kurdane Xelasbuna welat li hêvîya xortane Rizgarkirina welat li hêvîya xortane Ser sale ser sale milet tev hevale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Gelî Kurda rabin bi hevre bikin xebat Destê xwe bidine hev xelas bikin welat Destê xwe bidine hev rizgar bikin welat Ser sale ser sale milet tev hevale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Ser sale ser sale milet tev hevale Ê bê dost û yare ji kezebê dinale Ê bê dost û yare ji kezebê dinale Ser sale ser sale milet tev hevale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Bêjebêje © 2015-2024