the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Taxa Fila

Ne min go ji tere neçe taxa van fila Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan Memikê wana sêvin wek top û gulan Welle wê ji Me bivin miheba dilan Çend car min got ji Te re neçe taxa wan Bejnê wan ziravin bejnê wan ziravin mînanî hêlan Kenê wan dirije ji Dev û Lêvan Wele wê ji Me bivin bîlle wê ji me bivin ax Dîn û Îman Ne min go ji tere neçe taxa van fila Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan Memikê wana sêvin wek top û gulan Welle wê ji Me bivin miheba dilan Hin ji wan cot bi cotin hin çare çarin Hin ji wan î bê dostin hin ji wan î bê dostin hinek bi yarin Hin ji wan rukê wana sêvê li ser darin Hin ji wan min çinî hîşt hin ji wan min çinî hîşt hinek min xwarin Ne min go ji tere neçe taxa van fila Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan Memikê wana sêvin wek top û gulan Welle wê ji Me bivin miheba dilan Ax min Riha kur kir Simbêla berdan Tu ji Min bawerbike Tu ji Min bawerbike bi sozê Mêran Dîn u Îman hebun ew jî min berdan Tizbîya destê min jî tizbîya destê min jî ma li Mala wan Ne min go ji tere neçe taxa van fila Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan Memikê wana sêvin wek top û gulan Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Bêjebêje © 2015-2024