the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Te Ji Bîr Nakim

Delal ez ji Tera bivim heyran Bînayî wek Gulek nava Baxçan Por berdaya ser Biruwa û Çavan Bejna Te bînaya tayek Rihan Delalê evîne Çav reşê xwîn şêrînê Ez Te ji bîrnakim hetanî mirinê Te ji bîr nakim Te ji bîr nakim Dîlber Tu bi Şev û Ro li bîra minî Lê ez çibikim Tu ne li ba minî Bawer bike ji min gava ez Te dibînim Ez bi xwe nikarim hêstirê min di barin Delalê evîne Çav reşê xwîn şêrînê Ez Te ji bîrnakim hetanî mirinê Te ji bîr nakim Te ji bîr nakim Key nayê bîra Te weke hercan Dîsa were ba min nava Gulan Gava Tu destê xwe dixî nava destê min Ez bi malê Dinyê tevî nadim Delalê evîne Çav reşê xwîn şêrînê Ez Te ji bîrnakim hetanî mirinê Te ji bîr nakim Te ji bîr nakim

Bêjebêje © 2015-2024