the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Bedil

Xalit Begê Cibilî

Hey la li min li min.. Li min. Hey la li min Mîro îro ezê bi Erzeroma Mîra diketim bi şewite lo lo bi çift Qelaye. Min dî îro Ewraqê Xalit Begê Cibilî bavê Mahmud begê Mîrê zirav digerin li dayîrê Hikumatê Mîro Mecliseye Wele min zanîbu çi gava bi destê Xalit Begê Cibilî bavê Mahmud Begê Mîrê zirav di girtin Destê wî di xistin darê Kelepçê Berê wî dane Îstikrara Muşa şewitî Wele min zanîbu hingê Hêvî û Dîlekê me Kurdan Li ba van bêbextê Tirkan Mîro bê feydene U way mîrê min halê me çewabe Mîro Mala barkin lo ev xirabe De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe Hey la li min li minLi min Heyla ..Li min.li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim Bişewite lo lo bi çift minara. Îro bejn û bala Xalit Begê Cibilî bavê Mahmud Begê Mîrê zirav Gul û Çîçeka Li ser destê Wezîran û Hakiman Heyla Mîro Kumandaran Gelek şade û şûdê Xalit Begê Cibilî Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav hene li Dinyayê Bi sê denga li gire girê Welatê Erzeromê dikire gazî Digo lao qey un nizanin ji hingava em çune ser taibê reysê Tirkan Wele Mîrêm em çune ser fikrê kufrara U way mîrê min halê me çewabe Mîro Mala barkin lo ev xirabe De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe Hey la li min li min.. Li min. Heyla li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim Bişewite lo lo wa liyane Îro min dî gire girê welatê Erzeromê li gog meydana xopana Erzeromê sekinandine dibê Mifetişê umumî ketîye nava wanaka Mîro li xeniqandina Xalit Begê Cibilî Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav qerar dane U way mîrê min halê me çewabe Mîro Mala barkin lo ev xirabe De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe Hey la li min li min.. Li min. Heyla li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim Bişewite lo lo bi hewl û Bîne Min dî îro gire girê welatê Erzeromê li gog meydana xopana Erzeromê sekinandine dibê Mifetişê umumî ketîye nava wanaka Mîro dikirin wazê Dîne Gelek şade û şûdê Xalit Begê Cibilî Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav hene li Dinyayê Bi sê denga li Mifetişê umumî kir qêrîne Dibê lao tuwê here ji gazî mistefa kemal paşa rer bêje Wele Xalit Begê Cibilî Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav Qebul nake Danîna Şewqê, jinê Tango kirî,heyla li min Mîro yazîya latîne U way mîrê min halê me çewabe Mîro Mala barkin lo ev xirabe De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

Bêjebêje © 2015-2024