the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Eba Reşo

Eba reşo ho ho ho lo eba sûrme kuro boz Dibînê lawkê mi da kirme kirme lo lo kuro Jina çi têkeve destê kotîyê mêra ne tê kuştin li dara Dunyayê ne tê berdan Çiqa zûlme eman eman eman gidî Hêdî bajo, siwaro ez bi tere Eba reşo ho ho ho lo eba kezî Kuro eba li nava ca dihejî lo lo Kuro ew agirê di dilê mi da dişewite Hêvîya min heye ji Xwedê çîkekî jê bifire dilê te jî eman eman eman gidî hêdî bajû siwaro ez bi tera Eba reşo ho ho ho lo eba tazî kuro Tu pê bi pê di ser serê min û bavê mira Hati lo lo kuro lawo te ne ez kuştim ne ez revandim li serê rê û dirba kirim fena kewek petî eman eman eman gidî Hêdî bajû siwaro we te ra Gotin û Muzîk: Dengbêj Reşo Herêm :Serhed

Bêjebêje © 2015-2024