the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Evdalê Zeynikê

Evdal dibê qolingo bihar e bi ser me da Me qîrîne dibê per û baskê qolingê mi şikestîne Çavê Evdalê Zeynikê kore rê nabîne kesek Xwedan xêr tune bi destê Evdalê Zeynikê Bigere bavê ser ocaxa Şêx Badîne belkî dûakê bixwaze ji xaliqê alemê rebê jorîn Xwedê çavê Evdalê zeynê saxke, per û baskê qolingê min bicebrîne li min wayê li min wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê Temo lawo bihare dilê bavê te ha bi naze Bavê te korbûye,li pey koç û kerîya digere gaz bi gaze Kesekê xêrxwazê xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser ziyareta Hacî Elî, Şêx Şeref sehîdê Mixakomê li ber derê Şêx Miaze Li min wayê li min wayê way Ax limin wayê limin wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê Temo lawo birek qîz û bukê cemaldîna cêrê wan li milan bu mesîya bun kanîyê Bûkekê esilpîs di navda hebû dikenîya digo eva kalê korê peritî kîye Keçikek esilzade di nav da hebû go qîzê Tu korbibî tu nasnakî, eva Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê gogerçîne Dengbejê Surmelî Mehmet Paşa lawo korbûye ketiye feqîrîyê Kesekî xêr xwezî xwedanî xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser rêka vê kanîyê Li min wayê li min wayê ax limin wayê limin wayê.Temo lawo felek xayîne bi bavê tera çibikim nayê rayê

Bêjebêje © 2015-2024