the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Gorî

Gorî gorî gorî kuro mala gede lawkê min li taxa jorîn. Mala mi bi xulama bejn û bala zirav li ew lazê şîrîn law lingê xirxal qirika bi morî gorî gorî gorî goriya teme Gorî heyran mala gede lawkê lo min pês girê lolo law welle ba tê ji baranê xirabtire kuro çît û perdê konê mala bavê min girane lawo şirîtê kona rana gire ew kesekî fesadîya min û lawikê min bikin law belkî derguşa li ber pêsîra wan bimire Gorî gorî gorî gorî ya teme Gorî heyran hatî gundê me Xeftanê Jina min xeftanek kirî ji kewa Xwera bi sed û sî û sê bizinan Xeftanê kewa min kine Nagire zenda zer bazinan Gorî gorî gorî gorî gidî Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Dengbêj Huseyno

Bêjebêje © 2015-2024