the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Hêy Lê (Xezal)

De hey lê hey lê Were heylê heylê heylê ku heylê Delê lê bedewê minê Xezalakî rakir ji desta Muşê Berê xezala min ketî Hazro û Diyarbekir Kêleka Xezala min ketî Meraş û Entabê Xezal derbas bu berya vê Mêrdînê Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim Apo xezal guneye li çira xezal diketî destê Roma xayîn Tirk û Ereb û Ecem li ser Xezalê kombune Rûyê wana bi kenîn, devê wan bi xwîne Apê min gazîkir digo sûnva herin xezal bêxweyî nîne Hey lê, hey lê hey lê hey lê Were hey lê hey lê hey lê Delê lê bedewê minê xezalek rakir Ji Qazgol û Bingolê Sûsar û Tekmanê Berê xezala min ketî Patnos û Tutaxê Kêleka xezala min ketî cepheyê Ûris Xezal derbasbû li bajarê Simko welatê Kurdistanê Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim Apo xezal guneye çira diketê destê roma xayîn Tu gazîke li kal û pîrê Kurda Bira bibêje keç û xortê hemî bi xezalê bêne îmanê Hey lê hey lê, hey lê hey lê, Were hey lê hey lê hey lê Were hey lê hey lê hey lê hey lê Eman hey lê hey lê hey lê Delê lê bedewê minê Xezalek rakirî ji Kerkûkê ji Kirmaşanê Berê xezala min ketî Zaxo û Dihokê Keleka xezala min ketî Qamişlokê, Amudê, Afrînê Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim: Apo xezal guneye çira xezal diketî desta Roma xayîn? Tu qazîke li keç û xortê Kurda, bibê ne Xezal li benda we hemî ya sekinîye Hey lê, hey lê hey lê hey lê hey lê ku hey lêê

Bêjebêje © 2015-2024