the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Mîr Beg

Lo lo Mîro bejina bavê Mîrbegê min zirave pepuk ezim ji taka rihana li dev beyara hey were hey were Mîro ne mij’ tera digo neke bi gura alaybegê sozê Şêxê wara Pepûk ezim berê bavê Mîrbegê min dan bajarê Stembola şewitî dûrê dera be Destê min nagê jî Mîrbegê min derbaskirin ji sindaqê bîstûçar duwale ecnebî li nav neyara hoy were hoy were Eman were eman were Mîro ne mi ji tera digo bi gora min bike Ne ji berê da Rom xayîn e me dixapîne Ax ez dimirim dimrim lo wez nemînim Ez ditirsim bimirim lê bavê Mîrbegê xwe nebînim Lo lo Mîro bejna bavê Mîrbegê min zirav e pepûk ezim ji tak rihana Ro bi ro ye iro li kêleka milê bavê Mîrbegê min dihatî dengê borîna delu Qasoye, hoy were ê hey hey hey were hey were Eman were eman were mîro min ji tera digo tu bi gura min bike neçe lezke ha lezke were. ax ez dimirim ez dimirim Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim dawîya dûnyayê mirine hewî ez bavê Mîrbegê xwe nemînin Lo lo Mîro vê sibê walîyê Mûşê mistesarê Bilîsê rûniştin bi hevra şêwirkirin bi xayînî şandin pey bavê Xelîlê min ji mal siwarkirin di nava qîz û bukên Xûytira derbas kirin. Mîro nê mi ji tere digo xema neke xem xirave çiqas qeyd û zincîr Sultan Ebdulhemîd Paşa hebûn mi bihistîye pepuk ezim gişt ji bo xatirê mala me çêkirin hazirkirin hey were hey were Eman were eman were Mîro ne mi ji tera digo bi gora mi bike Rom xayîne me dixapîne Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim bimirim dawiya dinyayê mirine bavê Mîrbegê xwe nebînim Gotin û Muzîk: Gelerî Herêm: Serhed Çavkanî:Dengbêj Şakiro

Bêjebêje © 2015-2024