the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Mîrê Min

Mîrê min, mîrê min mîrê min Heyla dayê çavê xwe digerînim nagerênim kanê Şêxê min Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim ji dilê min û tera bi mije lê bi dûmane Lê belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale Çawa rakirin fermana serî Kurda Birîna serê Şêxan û melane hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê lê hev civyane Ji bo xeniqandina Şêx Seîd efendî bavê Şêx Elî Riza temamê mebusa wê qirar dane Hela rabe binêr li tivingê destê teresê cendirmane, lawo mêzebike li sîtemê milê wê polîsane Ez çûme Diyarbekira rengîn min bala xwe dayê temamê sofî, mirîda lo lo hev civyane Xorta pişta xwe dane dîwara, dibarînin hêsirê belek çavane Mi gotî keko ez nizanim çi bû, çi qewimî, çi cirîya? Ji mi ra digotin mala te xirabe tu nizanê dunzde heb milletwekîlîyê Tirkan, li Bitlîsê lo lo hev civyane Rakirine fermana serî Kurda dayê birîna serê Şêxane Şêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane Bend avêtin qirika Şêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane Mîrê min, mîrê min, mîrê min, mîrê min Le dayê wezê çave xwe digerînim nagerînim nizanim kanê Şêxê min? Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim lo lo ha bi ceye Agirê kulê têkeve mala Misto Kemal çawa rakirê fermana serê Şêx û Mellê me ye Hele rabe Eskerê Misto Kemal derketê ji çiyayê Bîngolê tê ji pale tokan da dayê firqe bi firqeye Kesekê tune cewabê bide Celalîya li peyê Silêmanê Ehmed dayê bavê Ferzende ye Jêra bibêje mala te xirabe Şêx Saît efendî birin Dîyarbekir li ber benda Bend avêtin qirika Şêx Saît efendî Şer’a dînê Nebî Mihemed Peygamber evê tiştê qebûl nakin, di nava me de pir gune ye Mîrê min, mîrê min, mîrê min Heyla dayê çavê xwe digerînim, kanê Şêxê min Gotin û Muzîk: Gelerî Herêm: Serhed Çavkanî: Dengbêj Zahiro

Bêjebêje © 2015-2024