the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Marûf

Xezal Xamirpet

Xezal heyran wezê xezalim xezala çîyayê Xamirpêtê me Ezê qîza Xiyasim delalîya Xasê û Ax Cemîlkê me Xuşka Selman gula li devî rê me HoyXezal, hoy Xezal, hoy Xezal Xezal heyran me çikir lo me çinekir Meyê ji bona doza Kurdistanê şer girankir Heyfa bav û kala me ji dujmina derkir Ano û Memo û Sefkan ji bona doza Kurdistanê canê xwe fedakir Hoy Xezal, Hoy Xezal, hoy xezal Xezal heyran wezê diçûme Tekmanê wê liyane Li şer serê hersê gêrîlayê ARGK,bavo şer girane Leqe leqê topan, tifing û firokane Ano û Memo û Sefkan Bu şehîdê Serheda Kurdistanê Hoy Xexal, hoy Xezal, hoy Xezal

Bêjebêje © 2015-2024