the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Reşo

Şerê Bişarê Seydo

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo! Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo! Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo! Ez nemame ji mêra ra De lêxin bavê bavê min, lêxin Canfidayê mala Bişarê Seydo hûn lêxin Qundaxê modolîya li erdê xin Şefeqa sibê ra li qolordîya Qerekilîsê xin Dûrbîna bavêjin, şemlana vêxin Eskerê Kemal girane revê pêxin Şûrê wan zabitan jê bistînin Kopa şewitî da li çerxê xin Esker gune ne Çavê kozî û kulfetê wan li rê ne Jêkin serê yuzbaşiyan û cendirma bigrin li cercelê xin Bigrin li ber qolordîya Qerekilîsê bi defê dawetê Bi muzîqê ji wan bistînin bi eynatê li boriyê xin Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo! Ax wey lo, wey lo, wey lo, ez nemame li dinyayê Nedaîm Beg, Feyzî Paşa, Gazî Kemal nezan e Digo, "Bajonê pêşiya çar kurdan e" Heyran, were rûnê li ser têl û têlqirafan e Ez ji te ra bixwûnim secera kurdan e Em ne çar kurd in, du bira; Seydxan û Elîcan e Dinyayê, zilmê wan zilmekî giran e Hucûmê wan ser piştê hespan e Gulê wan tê meriva ji xeyban e Hewarîya wan tê, meriv dizane melaketê di asîman e Şerrê wan ne fenanî şerrê Yezîd û Merwan e Fenanî şerrê dewra berê qehreman û dêwan e Were rûnê li serê têlan û têlqirafan e Ji te ra bixwûnim sûretê têla Ji êvar da bidim yek bi yek medhê mêran e: Rizakî heye, qisasê serê mêran e Tewfîq, kaçaxê siyasetê serê çîyan e Ji qanûna me hemû dizane Evdilhemîd şêrê bi gulî girtiye dewsa Elîcan e Fesîhê Mihê fenanî pelekî ewrê li rûyê asîman e Şêx Baran ji ocaxa mala Bupê ye ji me dixwaze qamê topan e Feyzulla birayê piçûk ji me ra dibîne dawa Dewleta Ali Osman e Evdilbaqî fenanî tamatîka li ser milan e Îro ji Bostankendê ji Seyîda dudu man e Yek Tewfîq û yek Seydxan e Seydxan jarîya maran e, teyyarê mêran e Elî, Hillo du bira ne Her yek xwedanê donzde bûkan e Elîyê Feqî Silê ji dîya xwe da bûye nebûye karê wî nîşan e Car heye li meydanê çok vedide ji te dikûje pêncî can e Îro li meydanê engirîye, dibê, "min hê hilneda" Heyfa kuştîyê çiyayê Mûşê, şêrê bi gulîka, bavê Silêman e Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo! Ax wey lo, wey lo, wey lo! Ez nemame ji mêra ra Dîdarê ba dikir "Besê Têlo rebenê Qazgolê diketim mîla şefeqê li min lêda Şerrekî çêbûye li korta Milazgirê, Melemistefê da Esker nema li wilayetê Romê da Temam hilşîyan ser berxê mala Usivê Seydo Torinê mala Hecî Axa seet di dudu û nîvê şevê da Dengê tekbîr û selawatê mala Bişarê Seydo tê ji Melemistefê di herbê da Ji agirê devê tifingê van xweşmêra ji êvar da Di Melemistefê da bilq vedide fena masiyê di behrê da Qolordî digo, "Tewfîq û Feyzulla, Evdilhemîd werin teslîm bin Ezê efuya we derxim ji dergê Îstenbolê da." Heyran şunda herre, min şerrê ewil diranê te kişand Şêrê bi gulî birîndar bû di Çîyayê Kosedaxê da Şerrê ortê min diranê te kişand Textê Qereyazîyê di Çepê da Şerrê paşî îşev min xweş kirîye li Milazgirê di Melemistefê da Eskerê bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd Sî û pênc salê nazik û nazenîn e, ser qaşa zîn e Gava çok vedide ocaxa te ji dinyayê diqelîne Şunda herre tu merivekî xayîn î, efuya te ji mi ra lazim nîne Ez îro bala xwe didim alayîya bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd Ji xeta şewitî tê, korrayî çavê mi da were, ez çi bikim reysê wan di nav da nîne Min hînga zanîbû feleka me, ji me ra qere bêbext e, me di xapîne Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo! Ax wey lo, wey lo, wey lo! ez nema me ji mêra ra

Bêjebêje © 2015-2024