the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Xalîde

Îro Newroz e

Bax baxça gul kin Nêrgiz simbul kin Çav birîyan kil kin Îro Newroz e Bikin Seyranê Werin meydanê Xweş kin dîlanê Îro Newroz e Strana bêjin Dila bipêjin Xwe hil bavêjin Îro Newroze Qewet û hêz bin Li pey hev rêz bin Xîret û soz bin îro Newroz e Rojê silav kin Desmalê li bakin Hûn Kawa şa kin Îro Newroz e

Bêjebêje © 2015-2024