the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Zahiro

Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze

Le Axao.. Hey lawo axao Min got di berxîtiya xwe de têr nemijiyao.. Di kavirtiya xwe de têr neçêryayo.. Di pazdeh saliya xwe de Bû firar û qeşqûrê mehkûmê serê dax û çiyao.. Birincî bi Feyso re Ikîncî bi şêxo re Uçincî bi Berxê Mala Seydo re geriyayo Sala çil û yek salê te qediya Li Dirbêspiyê li Xeta Sûrî Li cem Mala Haco ma Sala çil û yek salê te qediya Efûya te derketî Te berê xwe da Welatê Serhedê Kurmancên Hesenan xayîn bûn Li ser »Zozanê Dexda« Li »Goma Xelef« Ji Fesîhê lawê Mihê Mîrze Mêrikê Mêrxas, Melkemotê Kûlê, Kûpê Xwînê Çima nehewiya axao.. Axao sibe ye, dilê min ê ji dila Dila dibîne, maqûlo Dilê min ê ji dila, dila dibîne Fesîhê Mihê Heyderî Li ser nazbalgiyê rûniştiye Temamê giregirên Hesenan li dorê rûniştîne Qala êsîrtiya xwe li Xeta Sûrî dike Ji cemaeta dora xwe re Dibêje bavo, pê re dinikîne Fesîh bi sê denga li Eshedê lawê xwe kir qêrîn e: Eshedo lawo! tu rabe lez bike bilezîne Bozê li tewlê derîne Teng û bertengê Bozê çep û rast bijidîne Destê xwe bavêje Bêşliyê bi tevî qolê fişeka ve Deyne qarşî bavê xwe vezelîne Ezê berê xwe bidime Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê Kûla Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê Kûleke giran e Bavê te bimire bila hefse Di dilê bavê te de nemîne Lawoooo... Hehîhîîîîîî Eshed bi sê denga Li Fesîhê bavê xwe kir qêrîn e Dibê: Bavo yeqîna te bê Ji Xaliq Rebê Alemê Qurana Nebî ne ko bavo rûknê dîn e Mêrxasekî li Welatê Serhedê rabûye Jê re dibêjin; Çûro, Kekê Îlyas Bavê Dirşayê Bavo li »Erdê Kavirê« dimîne Ev sala hefta ye ketiye sala heşta Zozanê Dexda, Goma Xelef, Kaniya Mihê Bi darê zorê ji me distîne Koç û kêriyê xwe bavo, tê diçêrîne Fesîh, bi sê denga li cemeeta dora xwe kir qêrîn e Dibê: Gelî cemeeta hazir Ezê dûayekê ji rebê xwe bixwazim Hûn bi hev re bêjin »amîn« e Belkî Xaliq Rebê Alemê Tu car belayê wisa Li pey mêrikê mêrxas nexîne Fesîh lez dike dilezîne Hespê Bozê ji tewlê dertîne Teng û bertengê Bozê çep û rast dijidîne Destê xwe davêje Bêşliyê Bi tevî qolî fişeka ve Datîne qarşî bavê xwe, diwezîne Ma berê xwe da Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê Koç û keriyê Çûro Kekê Îlyas Bavê Dirşa Ji Zozanê Dexda dertîne Kaxizekî dinivîsîne Li destê Başxûlamê Çûro datîne Dibê: Çûro tu bidî xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne Tu qetl û qitûlê bi min nekî Ji nava çil û çicûxê min Careke din ê lawo Berê min li Xeta Sûrî nezivirîn... axaooo.. Lawo tu bi şera Mûhemed bêjî Li ber te sekinîme Heger tu bi orfê dikî Gazî çar alî miqûfa bike Zozanê Dexda heşt qetih e Bila qethekî her wiha bê pol bê pere Ji te re bimîneîîîîî Heger tu wê yekê nakî Kifş û raporê derxe Zozanê Dexda bi kifş û raporê ji min bistîne Lawo Zozanê Dexda Zozanê bav û kalê min ê qedîmî ne ê.. Hey axaooo haêêêîîî.. Lê belê roj qameta nîvro Berê koç û keriyê Kekê Îlyas Bavê Dirşayê Başxûlam li nava malê diqelibîne Çûro bi sê denga li Başxûlam kir qêrîn e Başxûlam kaxizê bi destê Çûro Kekê Îlyas Bavê Dirşayê datîne Lê gava Çûro kaxizê dixwîne Li nava serê xwe kir qêrîn e Dibê: Lawo Zozanê Dexda Zozanê zorê zozanê me ne Tapû û qoçanê bavê kesî jî Di zozan de tunîne Emo bi sê denga Li Dirşa qîza xwe kir qêrîn e: Dirşa lawo tu rabe lezke bilezîne Xwe bi aliyê odê bigihîne Deriyê odê li taqa piştê bixîne Bi sê denga li Çûroyê bavê xwe bike qêrîn e Bêje bavo dayika min Li berbanga sibê razaye Sê xewnê xirab bavo ji te re dîne Dibêje berê xwe nede Zozanê Dexda Goma Xelef pêsîra xwe nede Pêsîra Fesîhê Mihê Mîrze Mêrikê mêrxas melkemotê kûlê kûpê xwînê Dibêje bavo çûna te bi dawet e Yeqîn hatina te ji me re bi şîn û girîn e Dirşa dibêje bavo were em herin lo.. Lê bala xwe bidê Dirşa lez dike dilezîne Derê odê li taqê piştê dixîne Bi sê denga li Çûroyê bavê xwe kir qêrîne e Dibê bavo tu bidî xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne Tu were destê xwe ji benda kuştinê bikşîne Dayika min Emo Ji berê berbanga sibê razaye Sê xewnên xirab bavo ji te re dîne Dibê berê xwe nede Zozanê Dexda Pêsîra xwe nede Pêsîra Fesîhê lawê Mihê Mîrze Mêrikê mêrxas mêrê têr Melkemotê kulê, kûpê xwînê Dibêje bavo çûna te bi dawet e Yeqîn hatina te Ji me re bi şîn û girîn e Dirşa dibê bavo tu were em herin lo.. Lê belê Çûro li nava serê xwe Li Dirşa qîza xwe kir qêrîn e Dibê: Dirşa lawo wezîfa qîza min ne ew e Wezîfa qîza min ev e; Rabe lezke bilezîne Hespê bavê xwe ji tewlê derîne Ji te re enexdar Bismilah bike li devê çekmecê bixîne Bi sî û du qolê fîşeka ve Deyne qarşî bavê xwe wezîne Bavê te li Welatê Serhedê Mêr li qarşê xwe nedîne Dayika te Emo ehmeq e Nezan e aqilê wê nagire Bila êvarê derkeve hafa Siwarê Hesenan Fesîhê Lawê Mihê Mîrze Êsîr û destgirêdayî Bila li pêşiya bavê te bibîne lê.. Dirşa lez dike dilezîne Vê tedbîra hanê ji bavê xwe re dibîne Çûro ji malê siwar dibe Bi sê telaqê Emo sond dixwe Dibê: Herçî li ser Zozanê Dexda Pêsîra xwe bide pêsîra min zilamê Xêrê ji xêr û bazara xwe nabîne Dê Xaliq Rebê Alemê Pelê wî ji darê biqetîne Xenîmê xwe li ber çavê xwe bîne Xêrê ji vê bazara xwe nabîne axaohaîîîî.. Axaooo sibe ye Ezê bi Zozanê Dexda diketim Sê karî ne Ji siba Xwedê ve Çûro Bi serê Fesîh ve bavo qîreqîr e Axaooo sibe ye Wezê bi Zozanê Dexda diketim Bi kerkora derdora Fesîh Bi sê denga li Çûro kir qêrîn e Dibê: Çûro lawo tu bidî Xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne Tu qetl û qitûlê bi min nekî Ji nava çil û çicûxê min Lawo careke din berê min Li Xeta Sûrî li cem Mala Haco nezivirîne.. Lawo Zozanê Dexda Zozanê bav û kalê min ê qedîmî ne Heqê kesî di zozan de tunîne Lawo tu bi şera Mihemed bêjî Li ber te sekinîme Tu yê gazî çar heb alî miqûfa bike Zozanê Dexda heft qetihe ye Bila qetheke ji te re Bê pol û bê pere bimîne Heger tu vê yekê qebûl nakî Kifş û raporekî derxe Bi kifş û rapora hikûmetê Zozanê Dexda bavo Ji min bistîne lo.. Lê bala xwe bidê Çûro qet xebera dînlemîş nake Ji siba Xwedê ve Hê jî li serê Fesîh de hê qîreqîr e Lê dixe kevirê ber serê Fesîh dişkîne Kozikê bi ser serê Fesîh ve bavo, diweşîne.. Dibê lawo Zozanê Dexda Zozanê me ye Zozanê zorê ye Tapû û qoçanê bavê te jî Ji Zozanê Dexda re tunîne Heger tu bi hikûmetê Bi min re xeber bidî Geleke serê min jê naşî Hikûmet li pêşiya bav û kalê min nîne Mamûrê hikûmetê van e Li navbeyna min û qarşî wezilîne Ezê vê sibê ji malê siwar bûme Bi sê telaqê Emo sond xwariye Herçî li ser Zozanê Dexda Pêsîra xwe bide pêsîra min zilamek Xêrê ji vê bazara xwe nabîne Xaliq Rebê Alemê Pelê wî ji darê diqetîne Axaoo ax haîî..

Bêjebêje © 2015-2024