the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dengbêj Zûlkuf

Ferzê

Xasê digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Gulnazê korê ax.. Korê de rabe ezê bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Wê bi zeviya ketim way way way Sibe ye min dêhna xwe dayê Du heb siwar derketin derê Ferzen şahê Dengbêjan Teyrê ser milê qîzan û bûkan wî De bavê Mihemed Salih namekê didane destan Digo li gundê Kevir dawet e Kerem ke were kambaxa vê dawetê way way way Min dît Ferzende bavê Mihemed Salih şahê Dengbêjan Li malê li Boa siwar bû Dikete binya mala go sê cara Di bin da li kinî sivêr ketî Xasê diçû pêşiyê digo bavo tu neçe kambaxa dawetê Digo lê lawo tu nizanî gotinê bapîrê min e Co sefer ji bavê berê de ji mala bavê te tê way way way Birîndaro de deng nayê Birînxedaro lo de deng nayê Birîna bavê Mihemed Salih giran e Dinale dinale dinale dinale Çima bixew nayê way hahî hahî Xasê digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê xweyê Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Soran û son derbas kir Min dît bûk ji derê malê de hatî Bavê Mihemed Salih Teyrê ser milê qîzan û bûkan Kilam digotê çerxa dawetê saz kir way way way Kula Xwedê tu yê bi kulê bikevî Mala Zekî Lawê Mîralî »Min dît demançekî şeşagira Mal nihêrî Daye li bedena bavê Mihemed Salih şahê Dengbêjan Mîrata gula malnihêrê Movikê pişta xilas kir way way way Dibê wezê bi gundê Kevir Bi Melazgira şewitî biketama bi dare Bavê Mihemed Salih ji ser pişta hespê da ketî erdê Gazî dike gelî siwaran mala we xerab be Birîna min kûr e herî xedar e Hey Melazgiriyan mala we xerab be Bidin şahê Dengbêjan Teyrê ser milên qîzan û bûkan Taseke ava sar e way way way Birîndaro de deng nayê Birînxedaro lo de deng nayê Birîna bavê Mihemed Salih giran e Dinale dinale dinale dinale Çima bixew nayê way way way Hahî hahî Xasê bi sê denga dike gazî Digo Nazê Nazê digo Bilnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Bi hêlîna kewê way way way Birîna bavê Mihemed Salih şahê Dengbêjan giran e Dikim nakim nare fitile milê kewê Di kêleka min de dinale Nizanim çima serê min nagire balgê û qewê way way way Xasê bi sê denga dike gazî Digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Bi kereng e Li bejna bavê Mihemed Salih şahê Dengbêjan mêze dikim Li şal û şapika ezê bala xwe bidim Têlikê tûtikê silîvanî reng e Li bejna bavê Mihemed Salih mêze dikim Kul bikeve mala Zekî Lawê Mîralî Derbekê Malnihêrî li bedena vî xweşmêrî daye îro sê roje ketiye axê Ez li der û dorê xwe dinêrim Hezdiyê malê gundê dor heft reng e way way way Birîndaro de deng nayê Birînxedaro lo de deng nayê Birîna bavê Mihemed Salih giran e Dinale dinale dinale dinale Çima bixew nayê way way way Hahî hahî

Bêjebêje © 2015-2024