a photo of Derwêş Serhedî

Derwêş Serhedî

Dayika Kurdan

Dayîka Kurdan tu dayîka min Wan hêstira nebarîne Wê te şabe dijminê te Weke hêstirê te bibîne Ewled’ê te şêr egîdin (Efatin) Dayîka Kurdan tu dayîka min Wek ez şerda jî bêm kuştin Şînê meke tu ber dijmin Dayîka Kurdan tu dayîka min Wan hêstira nebarîne Wê te şabe dijminê te Weke hêstirê te bibîne Bi dengê zîz bistirê dîsa Tu xema xwe neterbîne Ew yek mîna zerg-û nîza Wê dijmina bihelîne Dayîka Kurdan tu dayîka min Wan hêstira nebarîne Wê te şabe dijminê te Weke hêstirê te bibîne

Bêjebêje © 2015-2024