a photo of Derwêş Serhedî

Derwêş Serhedî

Evîndar çû

Kul û derdim (bi) dil cîgerê Birîn ma ax birîndar çû Eşq-û bengim seba yarê Evîn ma ax evîndar çû Li min nema hêvî-û guman Xwîn dibare herdû çevan Dil bû xezal, yar nêçîrvan Nêçîr ma ax nêçîrvan çû Lo DERWÊŞo va çi evîn Hiş (li)min nema,bûm har-û dîn Tu xêyr nema li canê şîrîn Laş pê ma ax rih û can çû

Bêjebêje © 2015-2024