Derwêş Serhedî
Ez Bardikim
Ez bardikim li vê dinê
Hatim dawîya vê hebûnê
Dunyake boşe,betale
Emrê çû nayê cardinê
Ku ma mal û milkê dunê
Kî paşta hat carek dinê
Mala mirinê xerabe
Qetand destê mêr û jinê
Eger mirin dora teye
Nabe heyfe,nabe zûye
Gelek xwe kur û kewm dikin
Hey wax kû wî serê çûyî
(Dîsgotin)
Darbestek,gor û kefenek
Min bîr bînin salê carek
Bêjin DERWÊŞ evîndar bû(birîndar bû)
Evîndara wî neyarek(nezanek)
(Dîsgotin)