a photo of Derwêş Serhedî

Derwêş Serhedî

Keçikê

Keçikê çûkê çûkê Lê yeman keçikê Bejin bilind emir piçûkê Tew yeman keçikê Tu rindika êl’a me’yî Par qîzbû,îsal bûkê Hûrik hûrik xwe bamek Lê yeman keçikê Poz xizêm çevan kilmek Tew yeman keçikê Te xort gibi ser xwe bengîkir Dilê kalan xerabmek Berfa çîyayê Sîpanê Lê yeman keçikê Werdega behra Wanê Tew yeman keçikê Tu nav keçikê gundê meda Serkara bedewayî Bejna te çiqas xweşe Lê yeman keçikê Wek nergîza bi nexşe Tew yeman keçikê Herdem pêş mala mera Kubar kubar xwe bamek

Bêjebêje © 2015-2024