a photo of Derwêş Serhedî

Derwêş Serhedî

Siwaro Bajo

Sîwaro bajo gundê hanê Jîyane keyf-û xêre Dunya milkê bavê kêye Ha hatî, ha ê here Ber êvarê saz-û barin Jîyane, keyf-û xeyr’e Mey-û araq kedeh(kase) li dorin Ha hatî,ha ê here Qîm’a min ji vê hêlê(hêlame) nayê Zeryê xweşik (li) taxa jorin Sîwaro bajo gundê hanê Jîyane keyf-û xêre Dunya milkê bavê kêye Ha hatî, ha ê here Serê sibê sûk’a mezin Jîyane,keyf-û xeyr’e Ka wer em kişik bilîzin Ha hatî,ha ê here Esir hela me(bi) dawet’e Gi bi govendê çergobezin Sîwaro bajo gundê hanê Jîyane keyf-û xêre Dunya milkê bavê kêye Ha hatî, ha ê here Tera cigarekê vêxe Jîyane,keyf-û xeyr’e Çend qullapan peyhev lêxe Jîyane,keyf-û xeyr’e Dev bedre ji xemê(karê) dinê Were rûnê çay’ekê wexwe Sîwaro bajo gundê hanê Jîyane keyf-û xêre Dunya milkê bavê kêye Ha hatî, ha ê here Bo çi dikî derd-û xema? Jîyane,keyf-û xeyr’e Sûltan Süleymanra nema Jîyane,keyf-û xeyr’e Kal-û bav ême ka kune? Bêje ka vê Dunê kî ma? Sîwaro bajo gundê hanê Jîyane keyf-û xêre Dunya milkê bavê kêye Ha hatî, ha ê here

Bêjebêje © 2015-2024