the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Devran Arhat

Derdo

Herîn bêjin wê zalimê Bira halêmin mizeke Derdê gran daye mida Bira were derman bike Oy derdo, derdê giran Te ez kuştum lê meha gulan Avêtîye navan dilan Oy eman derdo yeman Oy derdê te ez dîn û har bûm Roj min neçû, şev tarî bû Dunya limin bûye zîndan Malam li serêmin xerabû Dunya limin bûye zîndan Xanî li serêmin xerabû Oy derdo, derdê dînê Te ez kuştum lê vê havînê Derman nekin wê birînê Ez mirim yar lê lê dînê Ew çend sal û çend zamane Çavêmin li rêya wîye Sebeba mirina mine Dil helîya jibona wîye Oy derdo, derdê giran Te ez kuştum lê meha gulan Avêtîye navan dilan Oy eman derdo yeman

Bêjebêje © 2015-2024