the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dezz Deniz

Ezim Ez

Tekoşina xwe bi hîp hopê didim Nûjenîxwaz, serhildêr, bi biryar im De werin! Natirsim bi ser min de werin gotinên min li ser zimane min Evîn guleyen hêrsa dilê min Mikrofon e çeka min, de werin natirsim Bi ser min de werin Ez im ya seretayî Kecikek kurd A pêşî Hip Hop a bi Kurdi diqîre Û bingeha wê amade kiriye Bi tarzen nûjen, bi cilûbergen cuda Bi dansên modern, bi gotinên tijî Qedkereke mezin a Hip Hop bi Kurdî Min binasin ez kîme?! (Dîsgotin) Niha his bidin min guhdar bikin Protest hilberbîn, hîç newistin Ne bin dîl û bende ji dezgahan re Polîtîkayên erzan red bikin! Pîr,ciwan, zarok û Jin Hadê min guhdar bikin têbigihîjin Dive em dijî êşê şer bikin Xwe bernedin û hewl bidin Belê ez im keça vî gelî Dengê Jinan bindest û şopgeran e berxwedan e Huner û siyaset niha li bal hev e, bibihîze: Mikrofon: çek û sîlehê min e Stranên min jî ewê bibin gule Ên ku ez berdidim, sazûmana xerab a wê dinyayê (Dîsgotin) Meyzin binêrin niha li vir im Min baş fehm bikin, ez çi dibêjim! Armanca min cur be cur e Lêv û dile min bi berxwedanê diqîre Muzîk, dans, peyam, ziman Di hip hopê de hertişt nezik e baveje ew fikir û ramanên xwe yên kevn Ji min rast fehm bike, min nedarizîne binêr niha minakim ji bo yi ciwanan bi çand û kevneşopiyên me nebe Aliyên baş yên çanda biyan jî bipejirîne Şaşîtiyê red bike, rastiyê bipejirîne (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024