the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dezz Deniz

Rabe Nabe

Jin rabûn piyan li hev civiyan Dîroka kevnar ji hev pirsiyan Ma emê cawa wekheviyê bînin? Mêran bihîstin gelek tirsiyan Gotin: Ma emê çi bikin? Pêşî li wan çawa bigirin Em desthilatdar in, desthilatdarên penc hezar sal in! Hun herdem Guhdarin, guhdarên tim lawaz in! Em in xwediyê we, even bi hêz, serdest û xwedî rez Rabe rabe, nabe wusa nabe! Herdem bindestî nebe para me Bila serbilindî bibe riya me! Rabe Ma em çi bikin hûn desthilatdar bin Dest hilatdarên pênc hezar sal bin?! Nabe nabe tu car wusa be Rabe de rabe ne wekhevî ji bo me nabe (Dîsgotin) Cavên xwe veke ey mêrên Serdest! Ne bi Jina kole, ne bi merê serdest! Jiyana azad tu car awa nabe De rabe rabe nabe, nabe Bi rûniştinê jiyan awa nabe De rabe rabe nabe nabe Mirovên çeleng jîr û zana be! Govenda azadî yekalî nabe! Rabe nabe jina çelenk de rabe! Bêdengiya bêbinî bila şiyarbe! Em in neviyên Iştar, xwediye hêzkirina rast Evindarên jiyane azad û aştîxwast Berhem dê wekî bihar Xwe bixamlîne bi keskûsor Şewq dide hemû der û dor Nebe jineke tenê li malê, di navbera çar diwaran Afirîneriya te tê dagirkirin Qada te tê tarûmarkirin Herdem bindestî nebe para me Bila serbilindî bibe riya me! Rabe Jin derketin ji mal, zinciran diqetînin (Ji) Bo cihaneke ne bindest, tekoşînê didomîne Nabe nabe bes e wusa nabe Rabe de rabe newekhevî ji bo me nabe! (Dîsgotin) Heta pirsa jina neyê çareserkirin, mirov nikare behsa mirovahiyek azad bike Riya azadbûnê jî di têkoşina jin û mêran de derbas dibe!

Bêjebêje © 2015-2024