the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dîlbera Wekîl

Kitanê

Ha kitana xwe li morî kir hêwar hêwar kitanê Can kitana xwe li morî kir zeyneb li mi bêrek li te xwedanê Ha kitana min yekber e hêwar hêwar kitanê Ha min kişandiye ser mermer e Zeyneb li mi bêrek li te xwedanê Bavakî zilfê zer e hêwar hêwar kitanê Bavakî zilfê zer e Zeyneb li mi bêrek li te xwedanê Ha kitana min yektej e hêwar hêwar kitanê Ha kitana min yektej e Zeyneb li mi bêrek li te xwedanê Ha min şandiye ser rengrêj e hêwar hêwar kitanê Can min şandiye ser rengrêj e Zeyneb li mi bêrek li te xwedanê Bav çûbû hay kur çûbû min bêrî kir hêwar hêwar kitanê Bav çûbû hay kur çûbû min bêrî kir Zeyneb li mi bêrek li te xwedanê Gotin û Muzîk: Gelêrî Ji Radyoya Êrîvanê

Bêjebêje © 2015-2024