a photo of Diljen Ronî

Diljen Ronî

Ez û yar

Çavbeleka min tu yî Porxeleka min tu yî Surmeleka min tu yî Jar û perîşan im ez Sorperiya min tu yî Dêmzêriya min tu yî Şeng û şoxa min tu yî Jar û perîşan im ez Bejinbilindê tu yî Pirgewr û rindê tu yî Wek mûm û findê tu yî Li dil bikovan im ez Rû gewr û şêrîn tu yî Stêr û perwîn tu yî Şêrîn û hem Zîn tu yî Memê di zindan im ez Helbest: Cigerxwîn Muzîk: Hozan Dilgeş

Bêjebêje © 2015-2024