a photo of Diljen Ronî

Diljen Ronî

Li Ber Deriyê Dilê Te

Sar e Ez dicemidim Laşê min sermahiya te de diricifî Hestên min di xwelî ya te de dişevitî Li ber deriyê dilê te me Çend sal e, ez bûm dar Av av bide Lê hê dimîne, li ê hê dimînim Heta tu bê wê bimînim Xewn e, lê dîsa ez dibînim Netirse ez ne dîn im Lêvên min ji ber hilma te diqelişî Peyvên min di gewriya min de dixeniqî Li ber deriyê dilê te me Çend sal e, ez bûm kal Av av bide Lê hê dimîne, li ê hê dimînim Heta tu bê wê bimînim

Bêjebêje © 2015-2024