Diljen Ronî
Newaya Dil
Ne dengê pêlên behrê
Ne jî dengê martiyan
Newaya dilê min e
Bixwîne bilbilo
Evîna dilê min e
Bedew li êşa min e
Tu kesî tu negotî
Min got ev yara min e
Dema bêrî çûn bêriyê
Dema pale çûn zeviyê
Di sihara sibehê de
Ji çavên xwe bêje
Evîna dilê min e
Bedew li êşa min e
Tu kesî tû negotî
Min got ev yara min e
Gotin : Diljen RONÎ - Hişyarê BOTÎ
Muzîk : Diljen RONÎ