a photo of Diljen Ronî

Diljen Ronî

Tê Bîra Te?

Tê bîra te? Ku dengê me li hev diket Di wan demên bêdeng de dest cemidî dil sar bû Şeveke ji payîzê bû, tê bîra te? Her der zer û şil bû, tê bîra te? Tê bîra min! Çûyîna te çiqas bêwext bû Evîneke hilweşiyayî te hêliştîbû li pey xwe Şevek ji payîzê bû, tê bîra min! Herder zer û şil bû, tê bîra min! Ka îşev tu li kû yî ? Ez bi tenê me Li ber baraneke betilî û hûr ez westiyayî me Dilê min li te digere, çav li derî Destê min vala ye, bi jan herdem tijî Lê tu li kû yî jana min? Lê tu li kû yî hêviya min? Lê tu li kû yî evîna min?

Bêjebêje © 2015-2024