a photo of Diljen Ronî

Diljen Ronî

Te Ez Kalkirim

Te ez kalkirim bi ciwanî Lê ez xort bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Bihar çû, te payîz anî Hêviya min nema di jînê de Bêkes mame vê dinê de Gula dilê min çilmisî Qet şîn nabe ji îro pêde Ka tu biner li halê min Te çi aniye li serê min Birînê zor daye ser min Mirin gelek nêzîk bû li min Birîn kûre cebar nabe Bi dermanan rihet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku li mirinê çare nabe

Bêjebêje © 2015-2024