a photo of Diljen Ronî

Diljen Ronî

Xewna Derew

Çavê te bar kirin ji vî bajarî Ne dengê min tê ne jî yê te Li ber ronahiyeke nîvmirî ez dimeşim Dewsên tiliyên te winda dibin yek bi yek Ji xewneke derewîn Ji dilekî derewîn ji bêhneke serxweş Hişyar dibim ji nû ve Te dîl girtî, min dest berda Te can kuştî, min eşq berda Xwedî dilekî juvan im, lê çi feyde ye Ne tu dizanî çi bikî, ne jî ez Min emrê xwe bihûrand, bi gazindên te Dewsa lêvên te jî winda dibin yek bi yek

Bêjebêje © 2015-2024