a photo of Diljen Ronî

Diljen Ronî

Xeydok

Dengekî gewre herikî Ji qermicokên aniya pelan Ji stûnên kezeba dilan Bê pirs te deriyê jiyana min girt Bê pirs û bê xatir çû Mîna tenêtiya te mame Benda bêhna te mame Xemgîniya min dawa xeydokiya te dikşîne Te dengê xwe veşart tu çûyî Ji xwere di bêjim ji xwere gûhdar dikim Helbesta te a çavzarok Û strana çûka li cem min ma Xeydok Bêsûc im Xweliya emrê min têxe nava tiliyê xwe Bişo bi çola kerbela serê min Tê bibîne ez bêsûc im Ji nava derewa daweşandî hatim Xeydok Bêsûc im Dengekî gewre herikî Ji qermicokên aniya pelan Ji stûnên kezeba dilan Bê pirs te deriyê jiyana min girt Bê pirs û bê xatir çû Mîna tenêtiya te mame Benda bêhna te mame Gotin: Müslüm Aslan

Bêjebêje © 2015-2024