a photo of Dilniya Rezazî

Dilniya Rezazî

Dûrî To

Xo etzanî dillim bê to willatêke bê alla ye Wekû Leyla bo Mecnûnêk zor şeyda ye Îtir boçî bê bakane hemû rojêk be cêm dêllî Azîzekem nemdezanî çaw be giryan demxewênî De pêm billê bê to giyan e çon rojgarim beser berim Îtir dillim be çî xoş kem, razekanim bo kê berim Xoşewîstim katêk dillman daye destî xoşewîstî Dilniya be ke be xwastî ême nebû, qeder wîstî Hemû rojêk le dûrî to hawar ekem, hawar bo to Jînim nawê min be bê to, sûtam, mirdim le dûrî to Hawar giyan e çî bikem bê to, sûtam, mirdim le durî to Azîz merro derdî dûrî girr ber deda le derûnim Rojêk birrwa û to nebînim dilniya be bê şik emrim Hemû rojêk le dûrî to hawar ekem, hawar bo to Jînim nawê min be bê to, sûtam, mirdim le dûrî to Axir giyan e sallanêke min be eşqî to ejîm Rojêk birrwa û to nebînim dilniya be bê şik emrim Şî'irî: Fariq Feqî Ebdulla

Bêjebêje © 2015-2024