a photo of Dilniya Rezazî

Dilniya Rezazî

Sirûda Yeksanî

Hemû hawdeng be yek awaz Azadî dekeyn be rêbaz Bo dad perwerî be niyaz Bo xebat dekeyn bangewaz Emeyn hemû dekeyn nefret Le jêrdestebûnî afret Dellêyn na hergîz bo stem Na bo jînêkî bê berhem Heştî marsî şay rojekanî Bo jinanî gişt cîhanî Destpêkî nwêy bo hawsanî Bo dad perwerî û bo yeksanî Deba be hawsengî bijîn Astengî pêşkewtin nebîn Piyaw û jin dû bûnewerin Bo yektirî giring û serwerin Bellê bo mirov salarî Bo azadî û bo hoşyarî Bo serbestî be yek birwa Ba nigman be gişt dinya dega

Bêjebêje © 2015-2024