a photo of Dilo Doxan

Dilo Doxan

Çavê Te Reşin

çavê te reşin lê gidiyê reşekî tarî bejna te zirave dirêje ji bejna çinarê (2x) te ez helandim şêrînê te ez helandim hevalê were kubarê (2x) çiqas geriyam li dinyayê min nedî ji husna te çiqas geriyam li nav gula min nedî ji rengê te (2x) te ez helandim şêrînê te ez helandim hevalê were kubarê (2x) seyran xweşe li ber çeman li nav gul û baxan dunya xweşe ku xem nebe ji ber êş û jana (2x) te ez helandim şêrînê te ez helandim hevalê were kubarê (2x) meyzeke li rengê biharê çendî ciwane navê te xweşe kubarê çendî girane (2x) te ez helandim şêrînê te ez helandim hevalê were kubarê (2x)

Bêjebêje © 2015-2024