a photo of Dilo Doxan

Dilo Doxan

Şeyda

Çi gûnhê mi bû ka bêje min Go min îro ji te heskir Ne bi destê mine bawer bike Ez hew karim lê mi bixwe kir Şev diçin bê xew roj dibin sal Min nû evîn bi te naskir Şev diçîn bê xew roj dibin sal Min nû evîn bi te naskir Min ti divê te çi divê Ka bêje min ka bêje lê Min tu divê te çi divê Ka bêje min ka bêje lê ka bêje lê ...................... Çi li min nema te ji min bir Dîtina te cara ewilî Ez bûme şeyda ez kişandim Zûlf û biskan gûrzên gûlî Ketime deriya te bê hiş kirim Singa mermer dêmên gûlî Ketime deriya te bê hiş kirim Singa mermer dêmên gûlî Min ti divê te çi divê Ka bêje min ka bêje lê Min tu divê te çi divê Ka bêje min ka bêje lê ka bêje lê .......... Xwe giran neke ez te dibînim Ti awiran ber ba dikê Çawa ji destê xawe berdim gûlê Bi hêlim kes wê bîn bikê De were ba min ez mirî me Miriyê gora ti radikê De were ba min ez mirî me Miriyê gora ti radikê Min ti divê te çi divê Ka bêje min ka bêje lê Min tu divê te çi divê Ka bêje min ka bêje lê ka bêje lê

Bêjebêje © 2015-2024