a photo of Dilo Doxan

Dilo Doxan

Xwezî Yarê

Xwezî yarê eşqa dila erzan bana Xwezî yarê êşa dilê'm zanî bana Xwezî yarê dîsa ew ro hatibana Xwezî yarê poşmanî bi feyde bana Xwezî yarê hingî min tu revandana Xwezî yarê em ser soza xwe mabana Xwezî yarê rojên berê vegerîyana Yan jî yarê bila tev de mirîbana Xwezî yarê ew ro ticar nehatibana Xwezî yarê bi wî halî tu nedîtibana Xwezî yarê yê te kirî çêtirbana Xwezî yarê gotin ji bîra min çûbana Xwezî yarê, xwezî yarê tenê carek tu wek xwe maba Û ewrên reş di ezmanê me de belav bana Min ê te kiriba şekirek, xwe di nava kaxiza cejna Xudemê de girêdaba Û min ê xweliya bîranînên şewitî Min ê ji çavê te re kiriba kilek Belkî dilê min ê reben ji evîna te mehrûm nemaba Xwezî yarê, xwezî yarê

Bêjebêje © 2015-2024