a photo of Dilo Doxan

Dilo Doxan

Yar Û Hêvî

Yarê bera tiştekî min li diniyayê qet nebê Lê tenê bes cîkî min di dilê tey mezin hebê (2x) Ne bêje go em hij hev bikin wê çawa bê çi bibê Heger evînî gûneh be bera cinet ne jimire be (2x) Ji mirinê tez rakirim şûna kûlan te çand gula sosinê Ey nêrgizê misk û lalê kêf û eşqa jiyana min bidinê (2x) Evîna te nasnemaya min go ez mirovim li dinê Dilêm bê te wek zaroka tirsiyayî her wê hilçenê (2x) Bejna te wek gûlîdanek bûhar têde bi tevahî rûdinê Dengê tey nazikî germ kûl û xeman bi yek car diçinê (2x) Ez bi gorî dev û lêvim ew xala li ser çenê Ew çavîkên di dêman de gava go tu dikenê (2x) Awaz : Dilo Doxan

Bêjebêje © 2015-2024