the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dilovan

Lo Lawiko

Lawiko qurban tu deşt î ez zozan im Tu şivan î ez bêrîvan im Tu Wan î ez Axramar im Tu Ararat î ez Sîpan im Tu Memê yî ez Zîn im Tu Dewrêş î ez Edûla Tu Nêçirvan î ez Xezal im Tu Siyabend î ez Xeca Zerîn im Were lo lo lawiko Evîndara te me lo lo were lo lo Lo lo lawiko Lawiko qurban binya mala me Tê ye ava şîn e Kuro gede tu were Destê min bigire Ji xwe re birevîne De dibê nav gund û bajar Kolan-kolan, kuçe-kuçe bigerîne Heçî ji te pirsî go ew kî ye Bêje evîndara ber dilê min e Lo lo mihebeta te me lo lo Gotin: Nürüvet Cacim

Bêjebêje © 2015-2024