Dîno
Çavên payîzîn
Bayê evîna te sar e
Germa dilêm direvîne
Bayê evîna te sar e
Germa dilêm direvîne
Min tu bi biharê hezkir
Lê çavên te payizî ne
Min tu bi biharê hezkir
Lê çavên te payizî ne
Çavên te wekî behra Wanê
Kûr in, têde wenda bû me
Çavên te wekî behra Wanê
Kûr in, têde wenda bû me
Hew zanî, ez hîn dijîm
Lê ne sax im, ne jî gorî me
Hew zanî, ez hîn dijîm
Lê ne sax im, ne jî gorî me
Tu wekî ewrên ber biharê
Ne dibarî, ne jî diherî
Tu wekî ewrên ber biharê
Ne dibarî, ne jî diherî
Hîn jî ez li ser sozê xwe me
Mixabin, tu bê biryar î
Hîn jî ez li ser sozê xwe me
Mixabin, tu bê biryar î