Skip to main content
a photo of Dîno

Dîno

Çima nehatî?

By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor

Te digot: soz ez ê werim Şoreşger im, li nav şer im Azad bibim, ez ê werim Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî sebra’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? Êdî ez rojan najmirim Hêvî di nav dil da mirin Hîn jî ji te bêxeber im Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? Êdî ez rojan najmirim Hêvî di nav dil da mirin Hîn jî ji te bêxeber im Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? Roj westiyan, meh westiyan Derbas nabin sal westiyan Êdî kêr daket hestiyan Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî sebra’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? Naherikin, çem westiyan Name û silav rawestiyan Pelên jiyana’m weşiyan Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? Naherikin, çem westiyan Name û silav rawestiyan Pelên jiyana’m weşiyan Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? *Peyv* Evîna me di bin siya azadî yê da aj da bû. Me hêviyên xwe li ser Zagrosan veșartîbûn. Lêêê me nizanibû em ê di dîroka têkoşînê da tenê çîrokek bin. Oxir be delala min, oxir be, oxir be. Nizanim gelo tu dijî? Bi xwe re min jî dikûjî Nava dil ê min disojî Çima nehatî dilê’m? Çima nehatî sebra’m? Çima nehatî canê’m? Çima nehatî? Êdî li benda te namînim Hêvî nakim kû bibînim Silav û nameyan naşînim Ji te ra oxir be dilê’m Ji te ra oxir be canê’m Ji te ra oxir be. Êdî li benda te namînim Hêvî nakim kû bibînim Silav û nameyan naşînim Ji te ra oxir be dilê’m Ji te ra oxir be canê’m Ji te ra oxir be.

Bêjebêje © 2015-2026