Dîno
Çû
Ji ser sînga min rabû
Ji bo azadîyê, firya, çû
Ji ser sînga min rabû
Ji bo azadîyê, firya, çû
Bû kevokek sipî
Ji bo aşîtîyê, firya, çû
Axê xeber neda
Kesik nizan bi kuda çû
Dilê min şewitand
Bû agirek, pekya, çû
Min xebera te bihîst
Aqilê serêm tekva çû
Oho, oho, oho, ooo
Axê xeber neda
Kesik nizan bi kuda çû
Dilê min şewitand
Bû agirek, pekya, çû
Min xebera te bihîst
Aqilê serêm tekva çû
Oho, oho, oy
Bila bayê zagrosê
Bêhna te ji min ra bîne
Bila bayê zagrosê
Bêhna te ji min ra bîne
Sîya bejna bilind
Bi rojêva bişîne
Bibe xewnek şevê
Were min bixapîne
Tu dûrî, te nabînim!
Were min bi hewîne
Bila evîna dilêmin
Bê te sêwî nemîne
Oho, oho, oho, ooo
Bibe xewnek şevê
Were min bixapîne
Tu dûrî, te nabînim!
Were min bi hewîne
Bila evîna dilê'm
Bê te sêwî nemîne
Oho, oho, oho, ooo
Bibe xewnek şevê
Were min bixapîne
Tu dûrî, te nabînim!
Were min bi hewîne
Bila evîna dilêmin
Bê te sêwî nemîne
Oho, oho, oho, ooo