a photo of Dîno

Dîno

Dereng Neyê Zû Were

Gula dile min bişkivî, bi baranen evînê Hevîya hatina te me, dereng neyê, zû were Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were Em bi evînên qedexe mezin bûn Bêrîka me de ’eynikek û şeyek.. Me bi xwe mezin dikir Û xweşikbûyîna xwe li nav xeyalen pêşerojê de Bi evîndara xwe re vedişart Bi çavên şermoke û bi tirseke bê wate Me heviyan xwe dineqişandin Bi xwe re hevî bine. hevî, evîn û jîn e Barke ser keskê sora, bi rojê bixemlîne Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were Dema ku em mezin bûn, wê demê em tegihîştin ku Ger evîn azad be, wê bi wate be Ji bo wê ye ku em bûn evîndarên welatên xwe Û emê evîna xwe bi evîndara xwe re di welatekî azad De parve bikin

Bêjebêje © 2015-2024